Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Demkî yên Lîbyayê: Qezafî Xwe li Bajerokê Xedamîs Veşartîye


Muamer Qezafî.

Li gor karbidestên desthilatdarîya demkî ya Lîbyayê, rêberên leşkerî bawer dikin ku rêberê berê Muamer Qezafî xwe li bajêrokê Xedamîs veşartîye.

Karbidestên Lîbî roja Çarşembî herwiha got, ew bawer dikin ku komela nijadî ya Tewariq berevanî li Qezafî dikin.

Bajêrokê Xedamîs li nêzîkî sînorê Cezayîrê ye.

Karbidestên Civata Niştîmanî ya Întîqalî ragihandibû ku Qezafî xwe li bajêrê Benî Welîd veşartîye.

Hevdem, şer û pevçûn li bajêrê Sirtê berdewam e û piştevanên Qezafî hêşta piranîya wî bajêrî kontrol dikin.

XS
SM
MD
LG