Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lîbya Nirxeka Nû yê Guhertina Pareyan Bi Kar Tîne


Banka Navendî ya Lîbya îro Yekşemê nirxeka nû ya guhertina pareyan dest pê kir, ku meha borî hatibû erêkirin, piştî dabeşbûna bo salan di navbera alîyên dijber de.

Wek beşek ji vê gavê, hikûmeta Rêkeftina Niştimanî ya ku civaka navnetewî pênasînê pê dike, baca li ser veguhestina pareyên biyanî hilawêst, ku berî du salan danî bû da ku nirxa fermî nêzîkî ya bazara reş bike.

Banka Navendî ya Lîbya, di kombûna xwe ya berfereh a meha borî de, piştî pênc salan, nirxa nû ya 4.8 dînar li beramber dolarekî Amerîkî erê kir.

Li Terablosê, îro Yekşemê nirxa dolarê Amerîkî li bazara bi 5 dînaran bû. pareguhêrê bi navê Amîr got divê ew sê çar mehan çavdêrîya bazarê bikin û bibîbin ka rewşa bankên bazirganî çawa dibe.

Li alîyê rojhilat, îro piranîya cihên guhertina pareyan li bazara reş girtî bûn û li hêvîya seqamgîrîya nirxa pareyan bûn.

XS
SM
MD
LG