Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Lîbya Dibêje Hêzên Hefter Agirbest di Roja Yekem de Binpê Kir


Hikûmeta Lîbya ku piştgiriya Neteweyên Yekgirtî werdigre, rikberên xwe tawanbar kirin bi binpêkirina agirbestê ku biryar bû were cîbicîkirin.

Agirbesta ku Rûsya û Tirkiyê pêşniyaz kiribû, çavlirê bû bibe yekem rawesatan di şerê çend mehan de bi destêwerdana lîstikvanên nanvnetewî.

Piştî çend demjimêran ji ragihandina herdu aliyan ku ew pêgir in bi rêkeftinê, hiukûmeta Terablosê daxuyaniyek belav kir û tê de hêzên girêdayî general Xelîfe Hefter tawanbar kirin bi binpêkirina agirbestê.

Hikûmetê got eger binpêkirina dubare bibe, ewê bi awakî tund bersivê bidin.

Tê zanîn ku du desthilat li Lîbya hene, yek li rojhilat û yek li rojava.

Serokwezîrê hikûmeta Terablosê, ku desthilata rojava ye, daxwaz kiribû ku hêzên girêdayî Hefter, desthilata rojhilat, ji derdora Terablosê vekişin.

Serkirdeyê hêzên Hefter general Xalid Mehcûb got vekişîn ji bo wan ne bijar e û ewê li cihê xwe bimînin.

XS
SM
MD
LG