Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Rojhilatê Lîbya Gemiyekê li Gel Tîmeke Tirkiyê Desteser Dikin


Hêzên Lîbî yên bingeh li Bengazî, idîaa dikine ku wan gemiyeke Tirkiyê desteser kiriye, di demekê de ku girjî li rojhilatê derya sipî berdewamin, piştî rêkeftina deryayî ya cihê nakokiyan.

Artêşa Niştimanî ya Lîbî derengî Şemiyê di daxuyaniyekê de got gemiyeke ku ala Grenada li ser bû li gel tîmeke Tirkyê, bi darê zorê bo xaleke deryayî ya Lîbî hat birin, ji bo vekolînan.

Lîbya di navbera du hikûmetan de dubeş bûye. Hikûmetek li bajarê Bengazî yê rojhilatê welêt û yeka lawaz li Terablosa paytext ku Neteweyên Yekgirtî piştgiriya wê dike. Her hikûmetek jî pişgiriya jimarek girûpên çekdar û hikûmetên biyanî werdigrin.

Artêşa Niştimanî yak u komandar Xelîfe Hefter serkirdayetiya wê dike, ji meha Nîsanê ve hewl dide Terablosa paytext kontrol bike.

Hikûmeta Terablosê û Tirkiyê meha borî rêkeftineke deryayî îmze kir, ku bû cihî şermezarkirina hin welatên navçeyê.

Hêzên Hefter piştgiriya Frensa, Rûsya, Urdun, Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî û hin welatên din ên Ereb werdigrin û hikûmeta Terablosê jî piştgiriya Îtalya, Tirkiyê û Qeter werdigre.

XS
SM
MD
LG