Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY bo Lîbya Banga Agirbesta Demûdest Dike


Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) ragihand ku li Lîbya, di sê hefteyên dawî de 264 di pevçûnan de hatine kuştin.

WHO dîyar kir 1266 kes di pevçûnan de birîndar bûne.

Li gor daxuyanîya WHO jimareke sivîlan hewil didin ku li nexweşxaneyan berevanîya xwe bikin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Lîbya banga agirbesta demûdest kir û da zanîn ku bo alîkarîya gel 10 mîlyon dolar ji wir re hewce ye.

Karbidest dîyar dikin ku heta niha tenê 6 ji sedê alîkarîyê hatiye top kirin.

NY dide zanîn ku jiber pevçûnên di navbera serhilda û hêzên hikûmeta de dibe ku pelên nû yên penaberîyê destpê bikin.

Li Lîbya jimareke rêxistinan bo kontrolkirina bîrên petrolan şer dikin.

XS
SM
MD
LG