Wezareta Saxlamî ya Lîbya ragihand ku di êrîşeke xwekujî ya hember wezareta derve de herî kêm 3 kes îro Sêşemê li Trablusê hatine kuştin.
Jêderekî ewlekarî ji Reutersê re dîyar kir ku bi texmîna wan êrîşkar endamên Dewleta Îslamî (DAIŞ) ne.
3 êrîşvan pêşî bi bombeyeke nav otomobîlekê çandî, dest bi êrîş kirin û dû re jî gule barandin ser avahîya wezareta derve.
Dîdevanan ragihand ku 2 ji wan êrîşkaran karîbûn têkevin nav avahîyê û xwe li hindur peqandin û êrîşbirê dawî jî ji hêla zerevanan ve hate kuştin.
Wezareta derve ya Lîbyayî êrîşa ser karmendên wê şermezar kir û got ku “gelê Lîbya ser navê hemî cîhanê, şerê dijî DAIŞ’ê dike.”