Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dewletên G7 bo Lîbya Banga Konferansa Navneteweyî Dikin


Dewletên G7 bo bidawîkirina şerê li Lîbya banga konferanseke navneteweyî kirin.

Dewletan bi daxuyanîyekê dan zanîn ku divê hemî alîyên şer û aktorên herêmî di konferansê de cîh bigirin.

Yekîtîya Afrîqa û Neteweyên Yekbûyî (NY) hewil didin ku alîyên şerker yên li Lîbya bînin ba hevdu ku dewletên G7 piştgirî dan vê hewildanê.

Rêvebirîya Muamer Qadafî di sala 2011’an de bi dawî bûbû û ji wê demê vir ve li Lîbya kêşeya desthilatê didome.

Li Lîbya yek li Trablusê yek jî li Tobrukê du rêvebirî hene.

Rêvebirîya li Trablusê ji alîyê NY’ê ve tê nas kirin û li alîyê din Misir piştgirîyê dide hêzên Xelîfe Hefter yên li rojhilata Lîbya.

XS
SM
MD
LG