Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lîbyayî Salvegera Yekê ya Şoreşa Xwe Pîroz Dikin


Lîbyayî Salvegera Yekê ya Şoreşa Xwe Pîroz Dikin

Gelê Lîbyayê salvegera yekê ya şoreşa xwe pîroz dike ku rejîma dîktotor Muammer Qezafî hilweşandibû.

Pîrozbahîyên gel derengîya Pêncşemê li bajara û bajarokên li seranser Lîbyayê pêk hatin.

Li bajarê Bîngazîyê, hêzên ewlekarîyê di hişyarîyê de bûn, li demê ku bi sedan kes şabûna xwe qerîyan û li ber derîyê avahîyê dadgehê alayên welêt bilind kirin.

Tê çaverê kirin ku pîrozbahîyên fermî îro Înîyê werine kirin.

Gelek Lîbyayî dîyar dikin ku ew ji destketin û serketinên ji şoreşa sala çûyî vir ve geşbîn in.

Rêberê berê yê Lîbyayê Muammer Qezafî li Cotmeha borî, li bajarokê dayikbûna xwe li Sirte’yê ji alîyê hêzên hevrikan hatibû kuştin.

XS
SM
MD
LG