Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cameron,Hollande û Merkel Ser Agirbesta Sûrî Wê ligel Putin Bipeyvin


Ofîsa Serokwezîrê Britanî David Cameron îro ragihand ku Cameron, Serokê Fransî Francois Hollande û Serokwezîra Almanî Angela Merkel jibo ku agirbesta li Sûrîyê binirxînin, wê sibe bi rêya telekonferansê ligel Serokê Rûsî Vladimir Putin biaxifin.

"Sibê Înê derfetek li pêş rêberên Brîtanya, Fransa û Almanya heye ku werin ba hev û ji Putin re zelal bikin ku divê agirbesta li Sûrîyê mayînde be û rê li ber guherîneke sîyasî li wî welatî veke, “berdevka Cameron îro ji nûçegîhanan re got.

Rêkeftina sekinandina neyartîyan ku hefteya borî li Sûrîyê ketibû ser kiryarê, ji alîyê Amerîka û Rûsya ve hatibû pêşnîyar kirin û cara yekê di nav pênc salan borî de bû şer hatibû rawistandin.

XS
SM
MD
LG