Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Graham: Emê Tirkiyê Siza Bidin Dema Êrîşî Bakurê Sûriyê Bike


Lindsey Graham

Serokê Amerîka Donald Trump roja Duşemê di twîteke xwe de Tirkiye hişayr kir got ewê aborîya Tirkiyê têk bide eger ku li gur lihevhatina hatî encam dan tev negere û çekdarên DAIŞê û malbatên wan yên girtî li Sûriyê control neke.

Serokê Amerîka Donald Trump di twîteke xwe de ya roja Duşemê weha dinivîse " Ger Tirkiye tiştek bike ku min, bi hişmendiya xwe ya bêhempa kirî û ji derveyî sînorê wê tiştek bibe, ez ê aboriya Tirkiyeyê bi tevahî wêran bikim''

Li aliyek din endamên Kongresê Amerîka û hin senatorên herdu partiyan biryara serok Trump ya vekişîna ji bakurê Sûriyê bi tundî rexen dikin. Senator Komarî yê di asta bilind de Lindsey Graham di twîteke xwe de nivîsan got "A niha ez li gel senatorChris Van Hollen derbarê rewşa li Sûriyê aaxivîm. Em herdu partî dê sizayan danîn ser Tikiyê eger ku êrîşî Sûriyê bike û dê endametîya wê di NATO de ragirîn, egr êrîş ser Hêzên Kurdî bike, yên ku alîkarîya Amerîka kirin bo jinav birina xîlafeta DAIŞê".

Hêzên Sûriya Demokrat tekez dikin ku hêzên Amerîkî yên li ser sinor bûn xwe vekişandî ye, di wî demî de ev pêkhat çaxê lihevhatin di navbera Tirkiyê û Amerîka de hebû û Hêzên Sûriya Demokart pêgirî bi peymanê kirîye da ku rewş hwir û tena bibe.

XS
SM
MD
LG