Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Lîseyeke California Êrîşeke Çekdarî Çêbû


Li bajarê Santa Clarita ya li eyaleta California ya Amerîka, li lîseyekê êrîşeke çekdarî li dar ket.

Di êrîşa li Lîseya Saugus de bi kêmî ve 1 kes hat kuştin û 5 kes jî brîndar bûn.

CNN’ê ragihand ku rewşa du birîndaran giran e.

Dîmenên ji kanalên herêmî nîşan didin xwendekar bi alîkarîya polîs ji avahîya lîseyê derdikevin.

Senatorê California û yek ji berbijarên seroktîyê yên Partîya Demokrat, Kamala Harris ji Twitterê got ku ‘’Zarokên me û civaka me tê terorîze kirin, em vê yekê qebûl nakin.’’

Di sala 2019’an de li dibistanan 22 êrîşên çekdarî yên bi kuştin û birîndarkirin çêbûn.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG