Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Derve ya Amerîka Lîsteya Dîyarîyên bo Trump Weşand


Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku di serdana Serok Trump ya Erebîstana Saudî de 83 dîyarî dane wî.

Wezaretê, ser pirsa malpera Daily Best ya li gor qanûna agahdarkirinê, lîsteya dîyarîyên ku Erebîstana Saudî dane Trump weşand.

Di nav dîyarîyan de xeftanên ji kurkê pilingan, şûr, xençera zîvî û qevdikê çekan û guledank hene.

Trump, dema kempeyna hilbijartinê, jiber ku hevrika wî Hillary Clinton bexşa Erebîstana Saudî qebûl kiribû, gotibû ku ‘’Ew jinan dikujin û bi awayekî hov li jinan dinêrin’’

Trump, Erebîstana Saudî derbarê mafên mirovan jî rexne kiribû.

Trump piştî bû serok, di serdana xwe ya yekî ya li derveyî welêt de, çû Erebîstana Saudî.

Di vê serdanê de, Amerîka û Erebîstana Saudî peymaneke çekan ya bi 110 mîlyar dolar îmza kir.

Li ber e ku Amerîka, di 10 sal de, bi 350 mîlyar dolar çek bifroşe Erebîstana Saudî

XS
SM
MD
LG