Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon Derbarê Karanîna Çekê Wêrankar, Rûsyayê Hişyar Dike


Wezîrê Berevaniya Amerîka Llyod Austin
Wezîrê Berevaniya Amerîka Llyod Austin

Yekşemê 20ê Adarê Wezîrê Berevaniya Amerîka Llyod Austin Moskow li dor karanîna çekê komkuj li Ukrayna hişyar kir, wî tekez kir eger tiştek weha bibe dê bersivdanek yekalî ji aliyê civaka navnetewî ve hebe.

Austin got, "Rûsya dê rastî bersivdanek yekalîker bê, ji aliyê Amerîka û civaka navnetewî de, eger ku Rûsya çekê komkuj li dij Ukrayna bikarbîne."

Austin karanîna çekê wêrankar li Ukrayna şeremezar kir û got "nîşan dide ku serokê Rûsya Vladimir Putin, dixwaze bihêzbûnê bide leşkerê xwe". Herweha wî got"Em pêşbînî dikin ku dê bajar û sivîlên Ukrayna bibin aramnca Rûsya , lê ev dê xalên lîstika heyî neguherîne," Austin got.

Yekşemê Rûsya car din tekez kir ku wan di roja duyan de jî mûşekên ku leza wan ji ya dengî bileztire li Ukrayna karanîne.

Wezareta Berevaniya Rûsya di daxuyaniyekê de îdia kir ku ji aliyê Frans Press (AFP) hatiye weşandin gotiye "Wan depoyeke mezin ya enerjiyê bi mûşekên Caliber yên ku ji derya Qezwên avêtine wêran kirîye, û mûşekên ku 5 caran leza wan j leza dengî zêdetire, " hatine karanîn.

Leşkerên Ukraynî li cenazeyên kuştiyan digerin li Mykolaiv, başûrê Ukrayna.
Leşkerên Ukraynî li cenazeyên kuştiyan digerin li Mykolaiv, başûrê Ukrayna.

Wezaret dibêje, êrşa wan mûşekan li dij herêma Mykolaiv hatiye karanîn lê dema êrîşê diya nekirîye.

Şemiyê jî Rûsya dabû zanîn ku wan cebilxaneke jêrzemîn ya ku mûşek û alavên firokan tê de bûn li herêma Ivano-Frankivsk ya Ukrayna bi heman mûşekên ku leza wan ji dengî zêdetire wêran kirbû, ev yek li gorî ajansa Reutersê hatbû weşandin.

XS
SM
MD
LG