Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên London bi Sedema Ewlekariyê Riya Çendîn Cadeyan Digire


Polîsê London roja Çarşemê bi sedema hebûna Otombîleke bi goman li nêzîk dêra mezin ya Sant. Paul (St Paul’s Cathedral) heye, çendîn cadeyên dewrûberên dêrê dorpûçkirin.

Cade bo demê seatekê ji hatin û çûnê hat qutkirin, heta ku lêgerîn pêkanîn û ewlekarî misuger kirî, paşan rê hatin vekirin.

Di çend rojên borî de, polîsê London tedbîrên ewlekariyê yên tund girtine ber, bi taybet piştî heftiya borî kartoneke bigoman hatî dîtin, li Metroyeke jêr erd ya li taxê Canary Wharf yê ekonomî li bajarê London û xûrtek bi tawana terorê ji sedema bûyerê hatî girtin.

Brîtaniya rewşa metrîsdar ya ewlekariyê ragihand bû, bi ragihandina rewşa ewlekariyê di astek ewqas bilind de, tê wateya ku, bûyer her demekî dikare biqewime.

Wek tê zanîn pir caran êrîşên terorî li metro û hind taxên Londonê pêkhatine û bi dehan kes bûne qurbanên van êrîşên terorîst, yên ji aliyê Îslamiyên radîkal de tên encamdan.

XS
SM
MD
LG