Lînkên eksesibilîtî

Li London Agir bi Avahiyek 24 Qatî Dikeve Û Polîs Dibêje 12 Kes Mirin E


London, Agir bi avahiyek 24 qatî dikeve

Polîsê London berî demek kin ragihand ku, hejmara qûrbaniyên şewata avahiyê 24 qatî gihaye 12 mirîyan.

Wek tê zanîn rojavayê bajarê London li herêma bakurê Kensington, li avahiyê bi navê "Grenfell Tower"yê 24 qatî, şevê din agir derketiye, di encam de bi kêmanî 6 kes mirine û zêdetirî 50 kes birîndar bûn, herweha hejmarek jî, di avahî de asê mabûn, tê gomankirin ku avahî biser hevde bikeve.

Dîmenên bûyera agirketinê, di torên mediya û ajansan de hatin weşandin dema dûkel û agirek mezin ji avahî bilind dibû, zêdetir ji 200 karmendên agirkuj tevî 40 otombîlan hewildan agirî vemirînin lê heta serê sibeya Çarşemê agir nehat bû vemirandin, bi dirêjahiya 10 seatan karmendên agirvemirandinê hewildanên xwe berdewam dikirin.

Di wî çaxî de agir derketiye, dema xwecihên avahî di apartmantên xwe de, di xew de bûn, piraniya wan ji dûkel û temedoyê agih bûne, hin çavkanî dibêjin alarma avahî di dema agirketinê de ji kar ketî bû, zû hest bi bûyera agirketinê nehatiye kirin, xwecihên avahî piraniya wan Ereb in.

Hin şahidên bûyerê gotin, gelek kes di avahî de asê mabûn, ji penceran banga alîkariyê dikirin, yek ji şahidan dibêje, jinekê ji pencera qatê 9 û 10an zarokê xwe avêtiye xwar da ku kesên li jêr zarokî rizgar bikin, herweha karmendên agir vemirnadinê dan zanîn ku, agir bi hemû qatên avahî ketiye, yê ku, ji 130 apartmantan pêk tê.

Berpirsê karmendên agir vemirandinê gote rojnamevanan, ev 27 sale di vî warî de kar dike, lê hêjî agirek weha mezin nedîtîye û got "mixabin hejmarek welatiyên xwecihên avahî giyanê xwe jidest dane, lê hejmara wan jiber mezanihaya avahî bi zelalî nayê zanîn, lê nêzîkî 50 kes jibo nexoşxanê hatine veguhastin".

Çavkaniyên agir vemirandinê û ewlekariyê dibêjin hêjî sedema agirketinê diyar nîne, lê xwecihên avahî dibêjin alarma avahî kar nedikir, pir caran wan giliya alarmê kirye, lê nehatiye çareser kirin.

XS
SM
MD
LG