Lînkên eksesibilîtî

Bajarvanê Londonê Sadiq Khan: Emê Hember Terorîzmê Stûyê Xwe Netewînin


Serokwezîra Brîtanya Theresa May, piştî peqîna li Londonê twîtek weşand. "Ez başbûn ji kesên ku li Parsons Green birîndar bûne re û ji tîmên hawarçûnê re, ku bersîvdana kiryara terorîstî didin, dixwazim."

Bajarvanê Londonê Sadiq Khan jî banga aramî li rûniştvanan kir û got ku ewê ti car stûyê xwe hember terorîzmî netewînin û têkçûnê qebûl nakin.

Serokê Amerîka Donald Trump jî li ser bûyerê twîtek parve kir. "Êrîşeke din li Londonê, ji alîyê terorîstekî hindaker. Ew kes nexweş û bêaqil in ku di demeke nêz de wê Scotland Yard wan desteser bike. Dema çalakbûnê ye!"

XS
SM
MD
LG