Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dilxwazê YPG'ê yê Îtalî Lorenzo Orsetti li Baxozê Hate Kuştin


Lorenzo Orsetti

YPG’ê îro Sêşemê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku şervanê dilxwaz yê Îtalî Lorenzo Orsetti di şerê dijî DAIŞê de li Baxozê jîyana xwe hinda kir.

Daxuyan dibêje ku Orsetti di sala 1986’an de li Îtalya dayik bûbû û ew di nav YPG’ê de bi navê Tekoşer Piling dihat nasîn.

YPG’ê dîyar kir ku Orsetti di 18’ê Adarê de, li Baxozê, herêma dawî ya bin kontrola DAIŞ’ê de, di nav pevçûnekê de jîyana xwe ji dest daye.

“Tekoşer Piling di sala 2017’an de tev li refên berxwedanê yê Rojava bû û bi nasnameya xwe ya şoreşge di nav tekoşîna azadî de cîhê xwe bi awayekî çalak girt. Wî li Efrînê di rêza herî pêş de cîhê xwe girt û di her rewşê de tekoşîna azadîyê bi biryarî meşand. Tekoşer bi taybetî li Dêrezorê li hember çeteyên DAIŞ’ê bi wêrekî şer kir û dîsa cîhê xwe herî pêş de girt.”

YPG’ê di daxîya daxuyanîya xwe de sersaxî ji malbata Orsetti re xwest.

XS
SM
MD
LG