Dadgeheke Saudî îro Yekşemê 5 sal û 8 meh cezayê zindanê li bizavkara navdar ya mafê jinan Loujain Hathloul birî.
Ajansa Reutersê ji zarê malbata Hathloul ragihand ku dadgehê 2 sal û 10 ji cezayê wê cemidand û li ber e ku ew bi şert were berdan.
Malbata Hathloulê da zanîn ku ew dikare dora Sîbata 2021’an dikere were berdan.
Hathloul ku 31 salî ye, di 15’ê Gulanê May 2018’an de hatibû girtin û ji wê demê heta niha li zindanê ye.
Dadgehê herwiha biryar da ku Hathloul dê jibo pênc salan nikaribe derkeve dervayê welêt.
Hathloul û hevalên wê bi hewila guhertina sîstema sîyasî ya Erebistana Saudî û têkbirina ewlekarîya netewî dihatin tawanbar kirin.