Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Muzeya Louvre ya Parîsê Jinûve Vedibe


Muzeya Louvre ya li Parîs ya paytexta Fransa, ku li cîhanê bi nav û deng e, îro Duşemê jinûve vedibe.

Ew muze jiber vîrusa korona bi qasî çar mehan girtî mabû.

Karbidestên Muzeya Louvre didin zanîn ku dê karanîna maskeyan mecbûr be û hejmara kesên di muzeyê de jî sînordarkirî be.

Beşên muzeyê yên ku lê mesafeya civakî çênabe dê girtî bimînin.

Her sal bi qasî 10 mîlyon kes serdana Muzeya Louvre dikin ku piranîya wan ji derveyê Fransa ne.

XS
SM
MD
LG