Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Lubnanê Hizbullahê Diparêze


Serokê Lubnanê Michel(Mîşêl Aoun)
Serokê Lubnanê Michel(Mîşêl Aoun)

Serokê Lubananê Mîşêl Aoun dema di civînê de bû li gel berpirsê Brîtanî, ya ku Hizbullah qedexe kirî û weke grubek terorîst ragihandî got, dibêje "Hizbullah parçeke ji gelê Lubnanê".

Mîşêl Aoun roja Pêncşemê di civîna li gel berpiresê Brîtanî Hizbullah parast û da zanîn ku alîgirîya wê ya li herêmê bandorê li ser siyaseta navxwe ya Lubnanê nake.

Aoun dema Pêncşemê li gel Alistair Burt wezîrê derve yê Brîtanya di civînê de bû got "Hizbullah beşeke ji civaka Lubnanê û beşdariyê di kabîna hikûmet û parlamenê de dike".

Ji hejî bîrxistinê ye ku Hizbullah Lubnanê bi aligrîya hikûmeta Sûriyê û Îranê tê tawanabar kirin. Birîtanya hefteya derbazbûyî bi şêweke fermî hemû şaxên Hizbullahê yên siyasî û leşkerî xistbûn di lîsta terorê de û hat qedexekirin.

Amerîka û hevalbendên wê yên li herêmê û welatên rojavayî Hizbullahê bi têkdana rewşa ewlekariya li herêmê û aligirîya Îranê û hikûmeta Sûriyê tawanbar dikin.

XS
SM
MD
LG