Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Başûrê Lubnanê Êrîşên Îsraîlê di Nava Pevçûnên bi Hizbullahê re Zêde Dibin


Êrîşa esmanî ya Îsraîlê li başûrê Lubnanê li herêma Tyre bo ser bingehên Hizbullahê, 22ê Mijdarê 2024. (Photo by KAWNAT HAJU / AFP)
Êrîşa esmanî ya Îsraîlê li başûrê Lubnanê li herêma Tyre bo ser bingehên Hizbullahê, 22ê Mijdarê 2024. (Photo by KAWNAT HAJU / AFP)

Roja Şemiyê, herêmên sînorî li başûrê Lubnanê bûn şahidê zêdebûneke leşkerî ya domdar, dema ku êrîşên Israîlî û ketina nav axa Lubnanê û pevçûnên bi endamên Hizbullahê re gurr dibin.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê bo medya Erebî Avichay Adraee îro Şemiyê ragihand ku "hêzên wan zincîrek êrîş pêk anîn ku armancên terorîstên Hizbullah li taxa başûrî ya Beyrûtê ku navendên fermandariyê û binesaziya terorîstan kirin armanc."

Çavkaniyên ewlehiyê ji nûçegihana El-Hurra re ragihandin ku artêşa Israîlî hewlên xwe yên ji bo derbasbûna bejahî bo nav devera Xiyam li beşê rojhilatê sînor, bi top avêjiyek tund berdewam dike di hewlekê de ji bo dorpêçkirina wê deverê, ku weke xaleke stratejîk tê dîtin.

Her wiha tankên Îsraîlê hewl dan derbasî herêma Dêr Mimasê bibin û artêşa Îsraîlê hin mal û avahiyên li herêmê bi bombeyan teqandin.

Hêzên Îsraîlî zincîre êrîşên esmanî li çend deveran li başûrê Lubnanê kirin armanc, di nav de bajarokê Beyada li navçeya Tîre, û di encamê de kesek hat kuştin. Herwiha herêma Burca bakur û bajrokê Albazûye kirin armanc.

Li navçeya Nabatiyê, êrîşa Îsraîlê ya li ser bajarê Romaine bû sedema mirina 5 kesan.

Ji aliyê xwe ve, Hizbullahê ragihand ku wan kombûnên artêşa Îsraîlê li çend cihan kirine armanc, ji wan derdora Teyr Harfa li beşê rojava û Hanîta.

Hizbullah di lîsta Amerîka ya rêxistinên terorîst de ye, ragihand ku şer û pevçûn bi hêzeke Israîlî re ku dixwest ber bi bajarokê Bayyada ve pêşve biçe çîbûne.

Weke çavkaniya Hizbûllahê dibêke ku di nava hêzên Îsarîlî de kuştî û birîndar hene.

Topxaneyên Israîlî bi tundî li ser devera Bint Cbeyil li başûrê Lubnanê berdewam dikin, di heman demê de ji alîyê Israîlî ve derbarê operasyonên Hizbullahê de ti daxuyanî nehatine dan.

Piştî êrîşa Hamasê ya li ser başûrê Îsraîlê di 7ê Cotmeha 2023an de û destpêkirina şer li Gaza, Hizbullahê eniyeke "piştgiriyê" ji bo vekirina Kerta Gaza ragihandîye.

Ji sedema êrîşa Hamsê, şerê di navbera Îsraîl û Hizbullhaê de gurr dibe heta niha çendîn rêberên Hizbullahê hatine kuştin di nav de Emîndar û rêberê wan Hesen nesrullah.

Îsraîl dibêje ku ew dixwaze Hizbullahê ji sînorên xwe derxîne da ku rê bide vegerandina nêzîkî 60,000 kesên ku ji bakurê Israîlê derbider bûne.

Îsraîlyiên ji egera şer derbider bûne, cardî bi ewlehî vegerin ser mal û warên xwe.

XS
SM
MD
LG