Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştgir û Dijberên Esed li Lubnanê Ketin Hev


Bajarê Trablus, Lubnan
Piştgir û dijberên Serokê Sûrîyê Beşar Esed, li bajarê Trablus ya Lubnanê îro Pêncşemê bi çekên otomatîk û havanan êrîşî hev kirin.

Associated Press ragihand ku di wî şerî de 5 kes hatine kuştin.

Bajarê Trablus gelek caran dibe qada şer û alozîyên mezhebî ku bi şerê li Sûrîyê ya cîran derketiye holê.

Li gor daxuyanîya karbidestekî ewlekarîyê ku nexwest navê xwe eşkere bike, bi kuştina herî dawî ya şeva borî, hejmara giştî ya qurbanîyên tundîya mezhebî, nav vê hefteyê de bû 16 kes.

Heman jêder dîyar kir ku hejmara giştî ya qurbanîyan jî giheşte 190 kesan.

Wezîrê Dewletê Faysal Keremî di televîzyona dewleta Lubnanê de got, şerê ku li Trablusê derketî yek ji şerên herî xirab bû, di nav şerê hindûrîn yê 15 salan.

Piştevan û dijberên rejîma Sûrî li bajarê Trablusê li kelêka hev dijîn. Sunî piştgirîya serhildayan dikin, Alewî jî destek didin rejîma Beşar Esed.
XS
SM
MD
LG