Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatên Kendavê Hizbullaha Lubnanê Xiste Lista Terorê


Ajansa Reuters li gur Malpera fermî ya welatên civata hevkariya kendavê, roja Çarşemê 2î Adarê radigehîne ku, wan navê Hizbullaha Lubnanê û hemû saziyên girêdayî wê weke rêxistinek terrorist ragihand.

Welatên Civata Hevkariya Kendavê bi daxuyaniya ku di malpera xwe ya fermî de daye weşandin, dibêje wan weke welatên di nava civata hevkariya kendavê de, jiber karên milîtanên Hizbullahê yên alozkirina rewşa ewlekariya welatên kendavê herêmê ev biryare stendiye.

Hasan Nasrallah Emîndarê giştî yê Hizbullaha Lubanê doh roja Sêşemê da xuyakirin ku, Erebistana Saudî dixwaze fîtne û duberiyê di navbera Sine û Şîayan de peyda bike û tiliya xwe dixe nav karên navxwe yên Lubanê.

Li aliyek din emîndarê giştî yê civata hevkariya Kendavê Ebdulletîf Bin Raşid El-Zeyanî da zanîn ku, welatên kendavê ev biryare derheqa Hizbullaha daye, jiber ku, Hizbullah xurtan di nava welatên kendavê de jibo karên dojminkarî û çalakiyên terorê hay dide.

Nakokiyên di navbera Erebistana Saudî û Îranê de zêde dibin, Luban buye qada van nakokiyan û ev nakokî raste rast, bandoreke xerab liser rewşa ewlekariya Lubanê dikin.

XS
SM
MD
LG