Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lubnanê Qedexeya Korona Heta 24'ê Gulanê Dirêj Kir


Hikûmeta Lubnanê îro Sêşemê biryar da ku qedexeya vîrusa koronayê heta 24'ê Gulanê dirêj bike.

Lê, Serokwezîr Hesen Diab jî hişyarî da ku ger sistkirina tedbîran hêdî hêdî û bi awayekî kontrolkirî nebe, metirsîya pêleke duyê ya tûşbûnê heye.

Lubnanê 741 pêketîyên ji vîrusa koronayê û 25 jî mirî tomar kirine.

Hikûmetê wê hefteyê dest bi sistkirina pêşîgirtinan kir û destûra vekirina xwaringehan bi kapasîteya % 30 da.

Serokwezîr Diab jiber rêjeya kêm ya pêketîyan got ku nirxandina giştî gelek baş e.

Lê, wî ji civîneke encûmena beravanîyê ra got ku hemwelatîyan pêgirî bi hêdî sistkirina tedbîrên pêşîgir nekirine.

"Ev dikare bandorek neyênî li ser belavbûna vîrusê bike û tirsa pêlek nû heye ku dikare ji ya berê xirabtir be, Diab piştî wê civînê got.

XS
SM
MD
LG