Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Patrîkê Lubnanê El-Raî: Gelê Lubnanê Rûbirûyê Gelek Metirsiyan E


Patrîk Bechara Boutros El-Raî,

Reberê Kristiyanên Lubnanê yê payebilind, Patrîk Bechara Boutros El-Raî, roja Yekşemê di derbarê rewşa sîyasî û aborîya alozdar ya welat da, daxuyanîyeke da û got, gelê Lubnanê rûbirû yê gelek metirsiyane û bê hikûmetêkî, ewê derketina ji krîzê gelek dijwar be.

Daxuyanîya Patrîk Boutros El-Raî piştî karvekişina serokwezîrê destnîşankirî Mustafa Edîb ku derbeyek li hewldana Fransayê ya çareserîya krîzê xist hat.

Patrîk Bechara Boutros El-Raî, reberê Dêra Maronite, civaka mezintirîn Mesîhî ya Lubnanê got "Karvekişina Musta Edîb bûye sedema xemgîniya welatiyan, bi taybet jî ciwanan, yên ku ji destpêka guherînê di qada sîyasî da bi hêvî bûn".

Şîroveyên Patrîk El-Raî li kolanên Beyrûtê deng dide, kolanên ku di sala 2019-an de jiber gendelî, dizî, desthilatdarîya xirab, çewt û deynên zêde ku bû sedema hilweşîna aborî serhildabûn û xwepêşandanên girseyî pêk anîbûn.

Hassan Amerê 24 salî, ku li qehwexaneyeke de dixebite got "Em hewceyê mirovên nû ne. Ji me re xwînek nû pêwist e".

Xemgîniya li ser têkçûna serokwezîrê destnîşankirî Mustafa Edîb ya avakirina hikûmetê ji hêla gelek civakên olî ve tê dîyar kirin.

Ajansa nûçeyan ya dewletê ragihand ku reberekî payebilind yê Misilman, Şêx Ahmed Qabalan dîyar kirîye ku Karvekişina Musta Edîb felaketek e û banga yekîtîya neteweyî kiriye.

Rêberê sereke yê olî yê Misilmanên Sunî yê Lubnanê, Miftiyê Mezin Şêx Ebdul Latîf Derîan ji televîzyonana re ragihand ku divê civatên Lubnanê bo çareserîya pirsgirêkên mezin yên di pêşarojê de, rûbirû bimînin têgihiştin û hevsengiyê nîşan bidin. Şêx Ebdul Latîf Derîan ji aliyê xwe got "Em gotarên mezhebî an oldarî naxwazin".

Saad El-Herîrî, serokwezîrê berê û siyasetmedarê sereke yê Sunnî, got ku ewê beşdarî navkirina serokwezîrê nû nebe û ku nexşerêya Fransayê "derfeta paşîn û tekane ya rawestandina hilweşîna Libnanê bû.

Nexşerêya Fransayê jibo hikûmeteke nû bernameyek reformê destnîşan dike da ku bi mîlyaran dolar alîkarîya navneteweyî were girtin.

Hêjayê bal kişandinê ye, ku hewldanên damezrandina kabîneya Lubnanê piştî du rêxistinên sereke yên Şîa yên Lubnanê, Amal û Hîzbullah ya Îran piştgirî dike û bi piranî çekdar e, daxwaza mafên çend wezaretan kirin ku di nav de wezareta darayî ya ku bo rênexşeya rizgarkirinê ya netewî gelek girîng jî hebû, têk çû.

XS
SM
MD
LG