Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Berê yê Lubnanê Harîrî ji Sîyasetê Vedikişe


Serokwezîrê Lubnanê Seîd el-Harîrî
Serokwezîrê Lubnanê Seîd el-Harîrî

Serokwezîrê berê yê Lubnanê Seîd Harîrî îro Duşeme got ku ew ji qada sîyasetê vedikişe û ewê beşdarî hilbijartinên parlemantoyê nebe.

Rêberê Sunnî yê Lubnanî Harîrî biryara xwe bi gotareke di televîzyonê de, bi dengekî xemgîn li ber wêneyê bavê xwe Refîq Herîrî ragihand ku di 2005'an de hatibû kuştin.

Harîrî dîyar kir ku wî "her rola xwe ya di warê desthilat, sîyaset û parlamentoyê de rawestîne".

Harîrî, yê ku sê caran serokwezîrî kiriye, hevdem bang li partîya xwe kir ku di hilbijartina meha Gulanê de, ti berbijarekî nîşan nede.

"Ez di wê bawerîyê de me ku jiber bandora Îranê, alozîya navneteweyî, parçebûna neteweyî, mezhebperestî û hilweşîna dewletê, ti derfetek erênî ji Lubnanê re nemaye," Harîrî got.

Li Lubnanê Tevgera Pêşerojê ya Harîrî demeke dirêj e nûnerê herî mezin ê civaka Sunnî ye û hevdem de tevî endamên mezhebên din wek yek ji blokên herî mezin, parlamentoyê kontrol dike.

Ev biryara Harîrî tenê çend meh berîya hilbijartinan dibe sedema nezelalîyeke mezin ya sîyaseta Lubnanê, ya ku jixwe di nava krîzeke mezin ya aborî û sîyasî de ye.

Hevdem, ev gava Harîrî dema ku hevrikên Hizbullahê hêvî dikir ku ewê piranî ya wê bi hevalbendên xwe re di 2018'an de bi dest xistibû têk bibin, pêk hat.

Digel ku Harîrî jiber mîrata sîyasî ya bavê xwe, mîna kesayetîyeke girîng yê pêşeng ye jî, di salên dawî de heza wî ya sîyasî jiber hindakirina piştgirîya Erebistana Suadî kêm bûye.

Hêrî dawî di 2018'an de sê ji yek yê kursîyên xwe hinda kiribûn ku hin ji wan kursîyan hevalbendên wî Sunnî yên Hizbullahê wergirtibûn.

XS
SM
MD
LG