Karbidestên Lubnanî îro Duşemê hişyarî didin ku pêleke nû ya belavbûna vîrusa korona dikare destpê bike, di vê demê de ku hejmara pêketinên nû, pirtir ji mehekê vir ve giheş asta herî bilind.
Hikûmeta Lubnanê çend roj berê hînderbîrên pêşîgir sist kiribûn, piştî ku di nîva meha Adarê de qedexeya derketinê li seranser wî welatî hatibû ragihandin.
Li Lubnanê bi giştî 26 kes jiber vîrusa korona hatibûn kuştin, 859 kes jî tûşî wî vîrusê bûbûn.
Hefeya çûyî destûr haitûb dayîn ku xwaringeh, porbirxane û firoşgehên din jinûve vebin û avakirina xanîyan jî bidomin.
Lê, çavdêr didine zanîn ku dibe ku hikûmet careke din neçar bimîne ku biryara qedxeyê bide û li ber e roja Seşemê cîvînek li ser wî mijarê were kirin.
Wezareta Saxlemî ya Lubnanê roja Yekşemê ragihandibû ku 36 bûyerên nû yên pêketinê hatine ragihandin û îro jî 14 bûyerên din hatibûn tomar kirin.