Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Saxlemî yê Lubnanê Dixwaze Karantîn Were Ragihandin


Serokwezîrê Lubnanê Hassan Diab û Wezîrê Saxlemî Hamad Hasan
Serokwezîrê Lubnanê Hassan Diab û Wezîrê Saxlemî Hamad Hasan

Wezîrê Saxlemî yê Lubnanê Hamad Hasan bang li karbidestên hikûmetê kir ku bo du hefteyan karantînê ragihînin.

Hamad Hasan dîyar kir ku piştî peqîna li Beyrutê hejmara pêketinên nû yên vîrusa korona zêde bûne û bal kişand ku kapasîteya nexweşxaneyan jî têra birîndarên peqînê û nexweşên vîrusê nakin.

Wî da zanîn ku ger karantîn were ragihandin ewê karbidestê saxlemîyê bala xwe bidin ser 6000 birîndarên peqînê û nivînên li nexweşxaneyên jî vala bibin.

Berpirsên saxlemîyê dibêjin ku di 24 saetê dawî de 439 pêketinên nû yên vîrusa korona hatine tespît kirin û 6 kesan bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

Vîrusa korona, tevî mirinên dawî, li Lubnanê heta niha 103 kes kuştine.

Neteweyên Yekbûyî (NY) jî piştrast kir ku li kampên Lubnanê yên ku Fîlîstînî lê dimînin 4 kesan bi vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane û da zanîn ku rewiş dikare xirabtir bibe.

XS
SM
MD
LG