Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Lubnanê Bûyera Yekê ya Vîrusa Korona Hate Dîtin


Nexweşxaneyeke Îranê

Wezîrê Saxlemî yê Lubnanê Hamad Hesen îro Înê ragihand ku di encama testkirina dema jineke 45 salî de, ku ji Îranê vedigerîya, vîrusa korona hate dîtin.

Hesen di preskonferansekê de got ku ew bûyera yeka ya vîrusa korona ya li Lubnanê ye û du kesên din jî di bin çavdêrîyê de ne.

Wî ji rojnamevanan re got ku kesa nexweş ji bajarê Qum ya Îranê vedigerî Beyrutê û di nav firokê de 125 rêwî hebûn.

XS
SM
MD
LG