Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lubnan Dibêje Cara Yekê ye ku Pêketinên Nû yên Korona Nehatiye Dîtin


Paqijkirina kolanên Beyrutê
Paqijkirina kolanên Beyrutê

Hikûmeta Lubnanê îro Sêşemê ragihand ku ji destpêbûna pandemîya vîrusa koronayê vir ve, cara yekê ye ku di 24 saetên dawî de bûyerên nû yên pêketina korona nehatiye tomar kirin

Wezareta Saxlemî ya Lubnanê ragihand ku wê di 24 saetên dawî de 487 pêk anîne û hejmara bûyerên tûşbûnê wek xwe di 677 de maye.

Wezaretê berê ragihandibû ku heta niha 21 kes jiber korona mirine.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Lubnandi mega Adarê vir ve di bin fermana derneketina ji malê ye û hemwelatî tenê jibo kirîna xwarin û dermanan dikanin ji malê derkevin.

Herwiha di navbera 8’ê êvarê heta 5’ê sibê qedexeya derketina kolanan jî heye ku hêzên ewlekarîyê bi pêgirî ew biryar bi cîh tînin.

XS
SM
MD
LG