Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Lubnanê Krîza Sîyasî ya Paş Peqîna Hefteya Borî Didome


Ajanse Reuters ji zarê jêderên xwecîhî radigihîne ku Wezîrê Darayî yê Lubnanê Gazî Weznî amade ye ku karvekişîna xwe bide.

Jêderên serwext û ji ajansê re got ku Weznî nameya karberdanê bi xwe re anîye civîna kabîneya Lubnanê.

Weznî, ser plana derxistina Lubnanê ya ji krîza diravî, danûstanderê serekî yê ligel Sindoqa Diravî ya Navnetewî (IMF) ye.

Demeke zûtir ya îro televîzyonên MTV û Al Jadeed ragihandibû ku Weznî dest ji kar berdaye.

Al Jadeed dû re ragihandibû ku ew di destê xwe de bi nameya karberdanê hatiye kombûna kabîneyê.

XS
SM
MD
LG