Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lubnan Qedexeya Derketina Kolanan Du Hefteyên Din Dirêj Dike


Hewilên paqijkirina kolanan li Beyrutê (Adar 16, 2020)
Hewilên paqijkirina kolanan li Beyrutê (Adar 16, 2020)

Hikûmeta Lubnanê îro Pêncşemê ragihand ku qedexeya derketina kolanan, ku jibo pêşîgirtina belavbûna korona hatibû girtin, dê jibo du hefteyên din were dirêj kirin.

Lubnanê ragihand ku heta niha 368 bûyerên tûşbûna vîrusa korona hatiye tomar kirin û heta niha 6 kes jiber wê vîrusê hatine kuştin.

Biryara dirêjkirina qedxexeya derketina kolanan di kombûna civata blind ya bergirîyê de hate dayîn ku karbidestên payebilind yên wek serok, serokwezîr, wezîrê saxlamîyê û serokerkan tê de cîh girtin.

Lubnanê di 15’ê Adarê de rewşa tengavî ragihandibû û ji hemwelatîyan xwestibû ku li malê bimînin.

Hikûmetê du çarçoveya biryarê de fermana girtina piranîya avahi û kardarîyên fermî û herwiha firîngeha Beyrutê taybet dabû.

XS
SM
MD
LG