Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lukashenko Dibêje ku Ew Amade Ye Desthilatdarîyê Parve Bike


Ajansa nûçeyan Beltam ku ku ajansa fermî ya ya Belarûsya ye, ji zarê serok Aleksander Lukashenko ragihand ku ew amade ye ku desthilatdarî parve bike û zagonê biguherîne, lê ew ne hazir e ku vê yekê di bin givaştinên xwepêşanderên li kolanan de bike.

Lukashenko, ev 26 sal in ku ser desthilatê ye, lê protestoyên girseyî yên demên dawî bûne xeterîya herî mezin ya ser rêvebirîya wî.

Daxuyanîya Lukashenko di vê demê de tê ku sîyasetvana opozîsyonê ya sirgûnkirî Sviatlana Tsikhanouskaya gotibû ku ew amade ye Belarûsyayê bi rê ve bibe.

Tsikhanouskaya, di axaftina vîdyoyî ya ji Lîtvanya bang li karbidestên ewlehî û dadmendîyê kir ku dest ji alikarîya hikûmeta Lukashenko berdin. Wê got ku ger ew niha vê yekê bikin, kiryarên wan yên berê dê werin efû kirin.

"Ez amade me ku di vê qonaxê de berpirsî wergirim û wek rêbera neteweyî xîzmetê bikim. Pir girîng e ku vîna ku bi xwepêşandanên girseyî derketiye pêş, bi bandorî were xebitandin.”

Tsikhanouskaya banga avakirina mekanîzmayeke qanûnî kir da ku hilbijartineke nû ya seroktî ya rewa pêk were.

Lukashenko, di nav daxwazên karvekişîna wî ku her diçe zêde dibe û piştî xwepêşandana herî mezin ya hemberî wî, îro serdana kargeheke li Mînskê kir.

Wî, li wê derê dema ku hewil da ku bersîva pirsên karkeran bide, rûbirûyê dirûşmên wek “îstifa bike, ji kar vekişe” bû.

Lukashenko ji karkeran re got ku heya ku ew sax be hilbijartineke nû seroktîyê, ku yek jî daxwazên opozîsyonê ye, wê qet pêk neyê.

Hevrikên Lukashenko dibêjin ku wî bi armanca garantîkirina desthilatdarîya xwe ya bo cara şeşan, di hilbijartina seroktîyê ya 9'ê Tebaxê de hîle û sextekarî kiriye.

Lê, Lukashenko encamên fermî ku wî ji sedî 80 ji dengan wergirtîye nîşan dide wek serketineke girîng dibîne û hindakirinê red dike.

XS
SM
MD
LG