Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Luksemburg Dest Bi Pêkanîna Testên Girseyî ya COVID-19 Dike


Tixubê navbera Belçîka û Luksemburgê

Hikûmeta Luksemburgê ragihand ku ewê di nav vê heftêyê de dest bi pêkanîna testên girseyî ya jibo COVID-19 bike.

Luksemburg armanc dike ku tevahîya 600,000 hemwelatîyên xwe bi lezî test bike da ku piştî sistkirina tedbîran, pêşî li hember pêleke duyê ya belavbûna vîrusa korona bigire.

Testên tesbîtkirina vîrusê bi dilxwazî tê çêkirin; hatiye plan kirin ku bo niha rojane çêkirina ji 1500 testan heta rojane 20000 testan ya di meha pêş de pêk were. Tê armanc kirin ku her kesên li Lûksembûrgê, bo çend caran werin testkirin.

Ulf Nehrbas, CEO'yê Enstîtuya Saxlemî ya Luksemburgê û berdevkê tîma xebata COVID-19 got ku girîng e ku kanîna sîstema teknolojîya (IT) verê kontrol kirin da ku were dîtin ku ew dikare barê xebatê bi rê ve bibe.

"Bê guman eşkere ye ku her tişt divê li gor pêkanîna testan were meşandin û ew divê di rojên pêş de bi kapasîteyek rojane nêzîkî 1,500 testan were kirin. Ev jibo dîtina başbûna sîstema teknolojîyê bes e," Nehrbas got.

Wî da zanîn ku di çarçoveya projeyê de laboratuar hatine zêdetir kirin, ku derfetê bide wan ku encamên çar testan bi hevdemî, bi rêya "berhevkirinê" bigirin: encameke erênî tê vê wateyê ku test jinûve têne kontrol kirin.

Herwiha testkirina girseyê armanc dike ku pêketîyên vîrusê yên bê nîşaneyên nexweşîya COVID-19 xuya bin û ew jî werin karantîna kirin da ku belavbûna virusê kêm be.

Nehrbas herwiha ragihand ku nêzîka 1,500 kes li Luksemburgê bi vîrusa korona ketine.

Luksemburg plan dike ku 17 xalan ava bike da ku hem welatîyan wê û hem jî welatîyên Belçîka, Almanya û Fransayê ku tên û diçin, jibo vîrusa korona werin test kirin.

Hêjayî balkişandinê ye heta niha 109 kes jiber nexweşîya COVID-19 li Luksemburgê mirine û 3,958 bûyerên vîrusê hatine ragihandin.

XS
SM
MD
LG