Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Luksemburg: Reftarên Tirkîyê yên Hember Karmendên Dewletê Metodên Nazîyan Tîne Bîrê


Wezîrê Derve yê Luksemburg Jean Asselborn îro Duşemê got ku reftarên hikûmeta Tirkîyê ya hember karmendên dewletê yên ji kar hatine avêtin, metodên Nazîyan tîne bîra wî.

Asselborn got ku dîplomaya zanîngehê ya gelek kesan ji wan tên distînin û derfeta wan ya kar ji holê radibin û ew nikarin dabara malbatên xwe bikin.

Asselborn bi berdewamî got ku divê zû yan dereng, Yekîtîya Ewrupa (YE) bi toleyên aborî bersîvdana Tirkîyê bide.

“50 ji sedê derfirotina Tirkîyê tê YE û 60 ji sedê berhamkarîya nav wî welatî dîsa ji alîyê YE ye. Divê toleyên aborî li ser Tirkîyêî bêne danan,” Asselborn.

Heta niha pirtir jî 10,000 karmendên dewletê li Tirkîyê, ku di nav wan de leşker, dadwer, mamoste û rojnamevan jî hene, ji kar hatin cemidandin yan dûrxistin, bi îdiaya ku rola wan di darbeya leşkerî de heye.

Rexnegirên hikûmeta Tirkjîyê dibêjin, Erdogan hewila darbeya bi kar tîne ku hevrikên xwe bêdeng bike,

XS
SM
MD
LG