Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Bilind ya Brezîlî Serlêdana Lula da Silva ya Tevlîbûna Hilbijartinan Red Kir


Alîgirên Lula
Alîgirên Lula

Dadgeha Bilind ya Brezîlî îro Pêncşemê serlêdana serokê Luiz Inacio Lula da Silva ya jibo tevlîbûna hilbijartinên seroktî ya meha tê red kir,

Dadwer Edson Fachin serlêdana tîma parêzêrên Lula qebûl nekir, ku piştî pêşnîyara Komîsyona Mafên Mirovan ya Nateweyên Yekbûyî daxwaza hêlana berbijarbûna wî ji girtîgehê kiribûn.

Lula sîyasetvanê herî hezkirî yê Brezilya ye û jiber dozeke perexwarinê 12 sal cezayê zindanê li wî hatiye birîn.

Partîya wî Partîya Kerkeran ew jibo hilbijartinên seroktî wek nûnerê xwe destnîşan kiribû û gotibû ku ew masûm e.

Qanûna Brezîlya ya bi navê “Rûpêla Paqij” qedexe dike ku kesên cezaxwarî bikaribin di hilbijartinan de cîh bigirin.

XS
SM
MD
LG