Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Luqman Hesen: Di Civata Kurdî de Nirxê Huner û Hunermendan Tuneye


Huner mîna parzûnka civatê ye, ku her rengên wê yên xwe û nexweş bi hev re têkel dike û dawiyê xiwaniyê ji dadwerivîne.

Wisa hunermendê şêwekar Luqman Selam Hesen Duhokî, civata xwe ya Kurdî di hunera xwe de diyar dike û rengên ciwaniya wê ron û zelal dike.

Luqman li Mûsilê ji dayik bûye û li Zanîngeha Bexdayê, li ber destê mamostayên mezin hunera ciwan xwendiye.

Ew niha li bajarê Duhokê dijî û li wir karê xwe yê hunerî berdewam dike.

Wî li Kurdistan, Îraq, Tirkiyê, Brîtanya û hin welatên din, beşdarî gelek çalakî û pêşangehên hunerî bûye.

Şêwaza hunera wî li ser bengeha akademî ava bûye, ku reng û xîz bi hevre şêwaza kevalê ava dikin û berhemên bi piranî ji hunera kilasîk in.

Ew dixwaze ciwaniya civaka Kurdî, di rûyên jinên xwe yên bedew de û xwezayê Kurdistanê di hunera xwe de nîşan bide.

please wait

No media source currently available

0:00 0:18:03 0:00

XS
SM
MD
LG