Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Xwepêşandanên Nerazîbûnê de Rojnamevan Lyra McKee li Îrlandaya Bakur Hate Kuştin


Lyra McKee
Lyra McKee

Karbidestên Îrlandî ragihand ku rojamevana Îrlandî Lyra McKee, di dema xwepêşandanên nerazîbûnê yên şeva borî de, li bajarê Londonderry bi guleyan hate kuştin.

Polîsan ragihand ku McKee îhtameleke mezin e ku ji alîyê mîlîtanên neteweperwer yên dijî desthilata Brîtanya hatiye kuştin.

Polîsan dîyar kir ku xwepêşandanên nerazîbûnê derengîya şeva Pêncşemê li devera Creggan ya Londonderry qewimîn.

Rêvebirê polîsan Mark Hamilton îro di preskonferansekê de ji nûçegîhanan re got ku çekdaran şeva borî bi guleyan êrîşî polîsan kirin û Lyra McKee ya 29 salî kuştin.

Hamilton got ku ew êrîş wek kiryareke terorîstî dinirxînin ku ji alîyê komeke nû ya Artêşa Rizgarîya Îrlandî (IRA) hatiye û derbarê kuştina McKee lêpirsînek hatiye vekirin.

XS
SM
MD
LG