Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CNN: Mûşekek Ketîye Xwaringeha Balyozxana Amerîka li Bexda


Komelgeha Balyozxana Amerîka li Bexda

Kenalê CNN û mediya Amerîkî li gur berpirsekê Amerîkî dan zanîn, ku di encama êrîşên mûşekan de bo ser Zona Kesik li Bexda mûşekek ketîye hola xwarinê ya komelgeha Balyozxaneya Amerîka li Bexda.

Mediya Amerîkî ji zarê berpirsên Wezareta Berevanîya Amerîka radigihînin ku Sê mûşekên Katyûşa ketine nava komelgeha avahiyên Balyozxaneya Amerîka li Bexda, û 5 mûşek jî, bi dewrûberên komelgehê ketine, berpirs dibêjin hejmarek kes birîndar bûne.

Xaneya Ragihandina Ewlekarîya Îraqê Yekşemê ragihand bû ku, 3 mûşekên Katyşşa ketine Herêma Kesik li Bexda, lê ziyanên madî nebûn.

Berpirsekê Amerîkî jî kenalê CNN re gotîye ziyan hebûn lê di sivîk bûn, ne wezareta derve ya Amerîka ne jî ya Berevaniyê ti daxûyanî li ser ziyanên rastîn yên mûşekbarana îro li herêma Kesik nedan weşandin.

Wek tê zanîn li vê dawiyê car caran milîtanên alîgirên Îranê êrîşn morter û katyûşan dikin ser herêma Kesik û bingehên leşkerî yên Amerîka li Îraqê. Her ev bû sedem ku Amerîka fermandarê Hêzên Qudis Qasim Silêmanî û cîgirê fermandarê Heşda Şaabî Ebu Mahdî El Muhandis li nêzîk firîngeha Bexda wan di erîşek esmanî de bikûje.

XS
SM
MD
LG