Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşa Mûşekan Bo Ser Firokxana Leşkerî li Bexda


Berpirsên Îraqê Duşemê ragihandin ku serê sibeya Duşemê, 4 mûşekên Katyuşa bi firokxana leşkerî ya li navenda Bexda ketine, ku nêzîkî firokxana navnetewî ya li Bexda ye. Herî kêm 6 leşker birîndar bûne.

Êrîşa îro, ya mûşekan bo ser firokxana leşkerî li Bexda ya dawîyê bo piştî ku di hefteyekê de çendîn caran êrîşên mûşekan pêkhatine.

Hêzên Ewlekarîya Îraqê daxûyaniyek derbarê bûyerê weşand û dibêje, "Wan cûrê mûkean û cihê ku lê hatine avêtin destnîşan kirîye". Weke daxûyanî dibêje, cihê ku cûrê mşûekan Katyuşa ne û li herêmeke nêzîk firokxanê hatine avêtin.

Berpirsên Îraqê yên ku nexwestine navên wan bihên eşkere kirin gotîye, armanca mûşekan şêwirmendên leşkerî yên Amerîkî bûn, ku li wê firokxana leşkerî dimînin.

Heta amadekirina vê raportê ti aliyekî xwe berpirs ji êrîşê ne ragihandî ye. Sêşema derbazbûyî dîsan li herêma rojavayê Îraqê li bingeha "Eyin Al Asad" ya leşkerî, li parêzgeha Anbar êrîşeka din ya mûşekan pêkhatbû, ku bingehek esmanî ya leşkerî li herêmek biyabanî ye û leşkerên Amerîkî li wêderê dimînin.


Kenalê Aklhurra yê Amerîkî ku weşana bi zimanê Erebî dike û bingeha wê li Virginia ye, dîmenên videoyî yên ku derbarê bûyerê weşandine. Tê dîtin ku mûşek li esmane û dengê alarma ewlehiyê tê bihîstin.

XS
SM
MD
LG