Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girîngîya Rêka M4 ya Bakurê Sûryê Çi Ye?


Şerê Dewleta Tirkîyê û çekdarên opesizyona Sûrî ku tirkîyê piştgirîya wan dike li ser Bakur Rojhilatê Sûrîyê gihiştîye Rîya (M4) ku çekdarên opesizyona Sûrî beşek ji vê rê xistine bin destê xwe û Hêzên Sûrîya Demoqiratîk hewldide ku rîya (M4) ji bin destê çekdarên opesizyona Sûrî derxîne .

Rîya (M4) ji herêma Minbicê ta gundê Kenterî ku 40 km li Rojhilatî bajarokê Eyn Îsa dikeve vegirîye û ji gundê Kenterî ta Alîya şer li derdora vê rê diqewime.

Giringîya rîy (M4) tê ku hemû Bakur Rojhilatê Sûrîyê bi hev de girê dide, ji parêzgeha Helebê û Reqa ta sînorê dewleta Îraqê û derîyê sînorî di navbera Herêma Kurdistanê û Rojava.

Li kêleka rîya (M4) sê parêgehên Amerîkî yên Leşkerî hebûn,ku li gundê Sepet ya bi ser bajarê Kobanê de balefirxaneyeke leşkerî hebû herwiha parêgeheke leşkerî li gundê Xerab Işkê û bajarokê Eyn Îsa, ku bû şeş rojin leşkerên Amerîkî balafirxaneya xwe li gundê Sepet vala dikine.

Niha li ser rîya (M4) hemû hêzên leşkerî li Bakur Rojhilatê Sûrî heyî li hev rast tên ji leşkerên Rûsî ,Amerîkî ,hêzên hikûmeta Sûrî ,Hêzên Sûrîya Demoqiratîk û çekdarên Opesizyona Sûrî.

Li gor pilana Tirkîyê ku dê devera aram kuranîya xwe (32) km be,dê beşek mezin ji rîya (M4) dibin kontrola çekdarên opesizyona Sûrîyê keve.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:01:24 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG