Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mavîş Guneşer Behsa Albuma 'Ax De Vaji Dike


Mavîş Guneşer
Mavîş Guneşer

Berhema nû ya hunermend Mavîş Guneşer ya bi navê Av De Vaje ku ser zêmar (lorîk/hawar/nalîn)ên polîtîk yên Dersîmê ye, derket pêş guhdaran.

Di nav albumê de zêmarên ji dema şerê Çanakaleyê û yên vê demê jî hene.

Guneşer dibêje ku taybetîya zêmarên Dersîmê ew e ku çîroka kesê mirî ji serî heta binî tê gotin û zêmar bixwe dîrokek ava dike û dibe amurê vegotina rastîya dîrokê.

Di rêya zêmaran mirov hay ji rewşa atmosfera polîtîk, civakî û sîyasî wan deman jî dibe.

Hunermend Metîn - Kemal Kahraman bi salan in li ser çanda devkî ya Dersîmê lêkolînan dikin û arşîveke berfireh amade dikin.

Ev zêmar jî beşeke biçûk ya ji arşîva Metîn - Kemal Kahraman pêk tê. Niha pirtûkeke ser çîroka zêmarên ku di albumê de ne, tê amade kirin.

Kerem kin agahîyên zêdetir li ser vê albumê ji ser fayla deng guhdar bikin.

KHF_06_03_2019_M_Guneşer
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:15 0:00

XS
SM
MD
LG