Dadgeheke Tirk bi îdiaya ‘’sixûrîya leşkerî, sîyasî’’ û endamtîya tora Fetullah Gulen 8 sal û 9 meh cezayê zindanê li xebatkarê konsulxaneya Amerîkî ya Stenbolê Metîn Topuz birî.
Darizandin li Dadgeha Cezayê Giran ya 14’an ya Stenbolê hat dîtin û Topuz’ê ku ev du sal in li zindanê jî tevlî darizandinê bû.
Topuz hemî îdia û tawanên dijî xwe red kir û dubare kir ku ew bêsuc li zindanê dimîne.
‘’Bi îfadeyên şahîdan tê xwestin ku ez bi îdiaya “Endamtîya rexistina terorê ya çekdarî’’ werim cezakirin. Lê belge û gotinên şahîdan bêsûcîya min nîşan da.’’ Wî got.
Topuz herwiha got ku, tekîlîya wî bi ti sazî û dezgehên tora Fetullah Gulen re tuneyê.
Piştî parastinan dadgehê ji tawana dijî Topuz ya di got, ‘’Hewildana ji holê rakirina Komara Tirkîyê’’ wergerand alîkarîya tora Fetullah Gulen û ew bi ‘’Alîkarîya rexistina terorê ya çekdarî’’ sûcdar dît û ceza li wî birî.
Dîsa dadgehê tawanên ‘’Sixûrîya leşkerî û sîyasî’’ yên dijî Topuz xist.
Piştî Biryara Girtina Topuz Amerîka Nerazîbûna Xwe Anî Ziman
Piştî biryara dadgehê ya cezakirina Topuz Serkonsulxaneya Amerîkî ya li Îstenbul’ê îdiayên dijî Topuz bêbingeh dît û bertek nîşan da.
Balyozxaneyê ser biryara dijî Topuz nerazîbûna xwe ragihand û got ku ew bi cezakirina Topuz gelek xeyalşikestî bûne. Balyozxaneyê herwiha got ku ‘’Em hêvî dikin ku ev biryar li dadgeha bilindtir were rakirin.’’
Di domandina daxuyanîya balyozxaneyê de hat gotin ku ‘’Topuz ev 30 sal e jibo her du welatan xebatên girîng kirine û têkilîyên di navbera her du dewletan de pêşxistîye.’’
Piştî Girtina Topuz di Navbera Amerîka û Tirkîyê de Çi Qewimîbû?
Girtîna Topuz ya Cotmeha 2017’an de di têkilîyên di navbera Amerîka û Tirkîyê bibû sedema qeyranek sîyasî. Amerîka piştî girtina Topuz bi demekê karên vîza li mîsyonên dîplomatîk li welatîyên Tirkîyê sekinandîbû. Piştre heman gav ji alîyê Tirkîyê ve jî hatibû avêtin.