Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macaristan Sînorên Xwe bi Temamî Digire


Macaristan ya di nav Yekîtîya Ewrupa (YE) de dê jiber vîrusa korona hemî sînorên xwe bi temamî bigire.

Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban dîyar kir ku ji 1’ê Îlonê pê ve kesên li welêt rûnanin dê nikaribin derbazî welêt bibin.

‘’Ji 1’ê Îlonê pê ve hemwelatîyên dewletên din dê nikaribin bikevin axa me. Hemwelatîyên Macar yên ji derve tên jî dê 14 rojan di karantînê de bin’’ Orban got.

Almanya û Belçîka jî dîyar kirin ku kesên ji herêmên Parîs û Marsîlya yên Frans tên dê karantînê kevin.

Herwiha Danîmarka jî dê jiber vîrusa korona derîyên xwe li Belçîka bigire.

XS
SM
MD
LG