Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macaristan Hazirîya Karanîna Doza Sêyan ya Vaksînê Dike


Viktor Orban
Viktor Orban

Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban dîyar kir ku welatîyên ku bixwazin dê karibin ji 1’ê Tebaxê pê ve doza sêyan ya vaksîna vîrusa korona li xwe xin.

Orban da zanîn ku doktor dê ji welatîyan re bêjin ku ka ew kîjan vaksînê li xwe xin û got ku heta rewişeke dîtir tune be, divê navbera doza duyê û ya sêyan bi kêmî ve 4 meh bin.

Wî herwiha dîyar kir ku ew dê bo hemî karmendên saxlemîyê karanîna vaksîna vîrusa korona mecbûr bikin.

Nifûsa Macaristanê 10 mîlyon e û wî welatî berî pejirandina Yekîtîya Ewrupa (YE), vaksînên Rûsya û Çînê karanîbûn.

Macaristan, bi bernameya bi lez ya vaksînê li YE li rêzên pêş e.

Ew welat xêncî vaksînên Çîn û Rûsya, vaksînên welatên rojava, Pfizer, Moderna û AstraZeneca jî bikar tîne.

Agahîyên dawî raber dikin ku li Macaristanê pirtir ji 5,5 mîlyon kesan vaksîn li xwe dane.

Orban dîyar kir ku berî dibistan vebin, ew dê di rojên pêş yên Îlonê de bo zarokên ji 12 heta 16 salî jî vaksînê bidin.

XS
SM
MD
LG