Sekreterê Giştî yê Partîya Komunîst ya Tirkîyê (TKP) Kemal Okuyan got ku Bajarvanê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoğlu dikare li Stenbolê bibe berbijar.
Okuyan dîyar kir ku ew ser 4 bajarokên Stenbolê danûstandinê dikin û got ku navê Maçoglu jibo Kadikoyê li pêş e.
‘’Me hîn biryara dawî nedaye. Îhtîmaleke wisa heye. Li Stenbolê em ser çend bajarokan danûstandinê dikin. Ser Îzmîrê jî em diaxfin. Li Stenbolê em ser Kadikoy, Bakirkoy, Şîşlî û Uskudarê danûstandinê dikin.’’
Wî got ku ewê biryara dawî ya ser berbijarîya Maçoglu heta çend rojan bidin û ragihinînin.
Medyaya Tirkîyê di rojên borî de îdia kiribû ku Partîya Karkeran ya Tirkîyê (TÎP) ji Maçoglu xwestiye ku ew ji partîya wan bibe berbijar.
Okuyan ser wan îdiayan got ku ti agahîyeke wan ya fermî ser vê mijarê tuneye û dîyar kir ku çaverê ye Maçoglu bibe berbijarê TKP’ê.
Maçoglu sala 2014’an li Ovacik ya Dêrsimê ji TKP’ê bûbû berbijarê bajarvanîyê û bi ser ketibû.
Bi serketina Maçoglu re, TKP cara pêşî li Tirkîyê bajarvanîyek bi dest xistibû.
Piştî serketina li Ovacikê, Maçoglu di hilbijartinên 2019’an de jî li Dêrsimê bû berbijarê TKP’ê û bi ser ket.
Jêder: Arti Gerçek