Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Derbarê Krîza Keştîyên Binavî Dê Ligel Biden Bipeyîve


Macron û Biden li hilcivîna NATO li Brûkselê. 14'ê Hezîrana 2021'ê. Wêne: AP

Serokê Fransî Emmanuel Macron di rojên bê de ligel serokê Amerîkî Joe Biden diaxive, di peywendîya wan ya yekê de ji dema ku krîzeke diplomatîk di navbera Fransa û Amerîka de derbarê rêkeftineke keştîyên binavî ligel Australyayê.

Berdevkê hikûmeta Fransî Gabriel Attal îro Yekşemê got ku ev peywendîya telefonî li ser daxwaza Biden e. Wî herwiha da zanîn ku destpêka belavbûna nûçeya rêkeftinê, “şok” û “turebûn” li Fransayê hebû. Lê niha êdî dem hatîye wê yekê li dû xwe bihêle.

Ev krîza ku Fransa dibêje “cidî” ye, hefteya borî hate holê piştî dawîbûna ji nişkave ya peymaneke sala 2006'an bi nirxê 66 mîlyar dolar di navbera Fransa û Australyayê de jibo avakirina 12 keştîyên binavî ku li ser mazotê kar dikin. Li şûna wê, Australya peymanek bi Amerîka û Brîtanya re îmze kir jibo çêkirina heşt keştîyên binavî ku li ser hêza navokî kar dikin. Fransa rijd e ku ew derbarê vê peymanê nehatibû agahdar kirin.

Di encamê de, Fransa balyozên xwe ji Amerîka û Australya vekişand, wekî nîşaneke cidîbûna vê krîzê.

Bervekê hikûmeta Fransî Attal di hevpeyvînekê de ligel televizyona BFMTV got, “tiştê di vê krîzê de heye, pirsgirêkên stratejîk in berî ku yên bazirganî bin. Mesele ew e … hêzên li wir û balansa li devera Indo-Pasîfîk, cihê ku beşek ji paşeroja me li wir û peywendîyên me bi Çînê re.”

Attal herwiha da zanîn ku Marcon doza hinek şîroveyan li Biden bike derbarê egera vê “têkçûna mezin ya bawerîyê.”

Roja Înê, Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian jî rexne li gava Amerîka kir û got Fransa wê wekî xîyanet dibîne.

Serokwezîrê Australyayê Scott Morrison roja Yekşemê got ku welatê wî gihiştibû bawerîyê ku keştîyên binavî yên Fransî ne li gor berjewendîyên stratejîk yên Australyayê bûn.

XS
SM
MD
LG