Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Dibêje Cuntaya Nîjerê Balyoz û Dîplomatên Wan Dîl Girtine


Polîsên Nêjerî ji ber Balyozxaneya Fransî ya li Nîjerê derbaz dibin ( 28/08/2023)
Polîsên Nêjerî ji ber Balyozxaneya Fransî ya li Nîjerê derbaz dibin ( 28/08/2023)

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron îro Înê got ku cuntaya Nîjerê balyozê wan yê Nîjerê dîl girtiye.

Macron dîyar kir ku balyoz li balyozxaneya Fransa girtî dimîne.

‘’Li balyozxaneya me hem balyozê me hem jî dîplomatên me, wek binşavkirî têne girtin. Leşkerên darbekar nahêlin ku xwarin li dîplomatên me were dayîn."

Macron got ku balyoz û dîplomatên wan ji neçarî xwarinên ku leşkerên Nîjerî didine wan dixwin.

Cuntaya leşkerî ya Nîjerê meha borî dîyar kiribû ku parêzbendîya dîplomatîk ya balyozê Fransa Sylvain Itte hatiye betal kirin û ewê were dersînor kirin.

Fransa gotibû ku mafê cuntaya Nîjerê tune ku balyozê Fransa dersînor bike.

Nîjer yek ji kolonîyên berê yên Fransa ye û li wî welatî bi qasî 1500 leşkerên wê ne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG