Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Emmanueal Macron Dê Ser Protestoyên Êlegzeran Banga Gel Bike


Serokomarê Fransa Emmanuel Macron dê îro Deşemê ser protestoyên ku çar hefte ne didomin, bang li gel bike.

Macron berî banga gel, dê bi karbidestên sendîkayan, parlamenteran û karsazan re bicive.

Ew û nûner dê ser çareserîyan biaxifin, lê di civînê de ti rêberên êlegzeran tune ne.

Di protestoyên roja Şemîyê de bi qasî 2000 kes hatibûn desteser kirin.

Li gor Wezareta Navxweyî ya Fransa 136,000 kes beşdarî protestoyên li seranserê Fransa bûn.

Êlegzer zêdebûna bacan protesto dikin û hin ji wan dîyar dikin ji Macron ne razî ne.

XS
SM
MD
LG