Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron: 10 Roj Carê ji Neçarî bi Erdogan re Diaxifim


Serokomarê Fransa Emmanuel Macron dîyar kir ku rêberîya cîhanî, wek xuya dike ne "cool" (bi fors) e.

Macron bo mînak bide da zanîn ku 10 roj carê "ji neçarî" bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re xeber dide.

Serokomarê 39 salî, di hevpeyvîna bi Le Point ya Fransî de, got ku "Qada cîhanî ne qadeke ewqas 'cool' e."

Ser xwestina mînakekê, Macron got ku "Ez ji neçarî 10 roj carê bi Erdogan re xeber didim"

Macron û Erdogan cara dawî di 27'ê Tebaxê de axifîbûn.

Serokomarê Fransa ji Erdogan xwestibû ku rojnamevanê Fransî Loup Bureau, ku li Tirkîyê girtî ye, were berdan.

Piştî hevpeyvînê, cîgirekî Macron dîyar kir ku serokomarê Fransa nexwestîye Erdogan rexne bike yan qerfên xwe bi wî bike û got ku "Axaftinên bi Erdogan re her tim cidî ne"

XS
SM
MD
LG